Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Çalakiya parlamenteran bi ser ket

Li Wanê çalakiya li dijî tayînkirina qeyûman didome. Piştî polîsan koma ku tayînkirina qeyûm şermezar kirin dorpêç kirin, wekilên HDP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Wekilan diyar kirin ku heta yên hatine binçavkirin bên berdan wê çalakiyê li dar bixin. Li ser vê yekê polîsan kesên binçav kiribûn serbest berdan

Li Wanê çalakî û bertekên li dijî tayînkirina qeyûm didome. Duh koma ku tayînkirina qeyûm şermezar kirin, rastî êrîşa polîsan hatibûn. Li Kolana Maraşê polîsan bombeyên gazê û xaza îsotê avêtibûn girseya ku parlamenter jî di navde. Polîsan di êrîşê de gelek kes bi lêdanê binçavkirin. Li ser vê yekê parlamenterên HDP’ê dest bi çalakiya runiştinê kirin. Parlamenterên HDP’ê Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, Saît Dede, Abdullah Koç, Mensur Işik û Şevîn Coşkun çalakiya rûniştinê li dar xistin. Wekîlan anîn ziman  ku heta hevalên wan ên hatine binçavkirin bên berdan wê çalakiya xwe berdewam bikin. Di encama çalakiya rûniştinê ya parlamenteran 6 kes di saetên şevê de hatin berhdan.

Şêwirmendên parlamenteran Goksel Altunî û Îbrahim Genç, Endamê Meclisa Şaredariya Rêya Armûşê û Nûnerê EMEP’ê yê Wanê Hayrettîn Alan, Seyît Kiliç, Hasan Guven û Kemal Yildirim, di saetên şevê de serbest hatin berdan. Hat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin rastî lêdanê hatine. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar