Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Bi operasyoan qirkirina siyasî 7 kes hatin binçavkirin

Polîsan li Pirsûsê bi ser malan de girtin, 2 HDPiyên endamên meclisa şaredariyê û rêveberiyek partiyê binçav kirin. Polîsan di saetên serê sibê de li navçeya Avkevir ya Agiriyê jî bi ser malan de girtin û 4 kes binçav kirin

Polîsên rejîma AKP/MHPê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya li dijî gelê kurd û siyasetmedaran de li Riha û Agiriyê bi ses gelek malan de girtin 7 kes binçav kir. Di serdegirtina malan de alav û amûrên malan hatin serobinkirin û heqaret li welatiyan hat kirin.

Polîsên dewleta tirk û rejîma AKP/MHPê li navçeya Pirsûs a Rihayê di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin, 2 HDPiyên endamên meclisa şaredariyê Fatma Taş Ekmez û Sûphî Koçyîgît û rêveberiyekê partiyê Vahît Akgun binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr û derbarê hinceta binçavkirina wan de tu agahî nehatin girtin.

Li aliyê din duh jî li Pirsûsê Nûh Ceyran, Osaman Akgun, Ahmet Dagtelîn, Halîl Demîr, Kadîr Samûr û Mehmet Samûr û du birayên hev Osman û Mehmet Kiliç li navçeya Hewagê hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, li Miduriyeta Polîsan tên girtin.

Li Avkevir 4 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Avkevir a Agiriyê jî polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 4 kes binçav kirin. Navê kesên hatin binçavkirin wihane: Ahmet Kaya, Îlhan Bûdak, Mûsa Taşdemîr û Berhem Işik. Polîsan 4 kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Miduriyeta Polîsan a Agiriyê. RIHA/AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar