Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Em ê bi laçikên xwe yên spî li qadan bin’

TJA bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi kincên xwe yên gelêrî û laçikên spî tev li mîtîngan bibin û ji bo vê banga tevlibûnê kir

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîşên mîlîtarîst û faşîzan ên serdestan ên li Rojhilata Navîn bandorê li jin û zarokan dikin û wiha hat gotin: “Bi giranbûna şer re zext û êrîşên li dijî gelan û jinan jî dijwartir bûn. Di vê demê de ku Roja Aştiyê ya Cîhanê nêz e, îrade hate desteserkirin, tundiya li jinan hîn giran bû.”

TJA’yê diyar kir ku wê bi kincên xwe yên gelêrî û laçikên spî tev li mîtîngên Roja Aştiyê ya Cîhanê yên li Stenbol, Wan û Amedê bibin.

Her wiha daxuyaniya TJA’yê wiha bi dawî bû: “Banga me li jinan û têkoşerên demokrasiyê ye ku ji bo aştiyeke bi rûmet û demokratîk, em li qadan li hev kom bibin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar