Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Li Îdlibê xwepêşandana mezin a li dijî Tirkiyeyê: Xayin Tirkiye

Li Îdlibê bi hezaran kes piştî nimêja Înê dirûşmên “Xayin Tirkiye” qîriyan û ber bi sînorê Tirkiyeyê ve meşiyan. Leşkerên Tirk êrîşî xwepêşandêran kirin. Xwepêşandêran jî bi keviran bersiv dan leşkerên Tirk.

Li Îdlibê bi hezaran kes piştî nimêja Înê ber bi sînorê Tirkiyeyê ve meşiyan û dewleta Tirk şermezar kirin.

Di meşê de ku bi hezaran kes tevlî bûn dirûşmên “Xayin Tirkiye” û “El Şaab yurîd iskat el nîzam (gel dixwaze rejîmê hilweşîne)” qîriyan. Ev dirûşm bi taybetî sala 2011’an beriya destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê her hefte piştî nimêja Înê di çalakiyan de dihate qîrîn.

Çalakger ber bi Deriyê Sînor ê Bab El Hewa yê Hatayê ve meşiyan. Leşkerên Tirk bi gaza îsotê êrîşî xwepêşandêran kirin û fîşekên rastî li hewayê reşandin. Xwepêşandêran jî bi keviran bersiv dan êrîşa leşkerên Tirk. Tê gotin ku ji ber êrîşa leşkerên Tirk gelek xwepêşandêr birîndar bûne.

Tê gotin ku gelek wesayitên şîrket û saziyên Tirkan ji aliyê xwepêşandêran ve hatine qulipandin. Di heman demê de ji navçeya Reyhanli ya Hatayê jî hin xwepêşandêran xwestin ber bi deriyê sînor ê Cîlvegozu bimeşin.

Piştî ku navçeya Xan Şêxûn a Îdlibê kete destê rejîmê, tê gotin ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li Moskowayê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re li hev kirine ku komên çete yên li Îdlibê ji hev cuda bike û tasfiye bike.

Di nava du rojên dawî de li medya civakî ya çeteyan rexneyên giran li Erdogan û Tirkiyeyê tên kirin. ÎDLÎB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar