Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dabûn. Dozgeriyê serlêdana malbatan red kir.
Mehmet Ocalan û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana wan red kir. Her wiha xizmên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dabûn û serdozgeriyê serlêdana wan jî red kir.
Ji 15’ê Tîrmeha 2015’an heta niha malbat tenê di 5’ê Hezîranê û 12’ê Tebaxa 2019’an de karibûne biçin Îmraliyê. STENBOL