Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HRE’yê li Efrîn, Mare û Ezazê li dagirkeran xist: 8 çete hatin kuştin

Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê li Ezaz, Mare û Efrînê li hêzên dagirker dan. Di çalakiyan de 8 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandina Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de HRE’yê destnîşan kir ku hêzên wan li Ezaz, Mare û Efrînê li hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê dane.

Di daxuyaniyê de HRE’yê diyar kir ku hêzên wan di 4’ê îlonê de li gundê Kefer Kilbîn ê herêma Ezazê li dijî koma çete ya El Cebha El Şamiyeyê çalakî pêk anî. HRE’yê da zanîn ku di çalakiyê de çeper û stargehên çeteyan hatine rûxandin û di encamê de 2 çete hatine kuştin û 4 jî birîndarî bûne. HRE’yê destnîşan kir ku hêzên wan derb li wesayîteke leşkerî xistiye û di encamê de kaleşnîkofek, dûrbînek, telefonek û êlekeke êrîşan hatiye desteserkirin.

HRE’yê diyar kir ku hêzên wan di 5’ê îlonê de jî li gundê Kebaşîn ê navçeya Şêrawa ya Efrînê çalakî pêk anîn û di çalakiyê de 4 çete hatine kuştin. HRE’yê ragihand ku di vê çalakiyê de hêzên wan kaleşnîkofek û dûrbînek desteser kirine.

Daxuyaniya HRE’yê wiha bi dawî bû: “Hêzên me di 5’ê îlonê de li ser rêya gundê Basûtê yê navçeya Şêrawayê, li dijî wesayîteke leşkerî ya koma çete ya Tûgaya 5’an çalakî pêk anî. Di çalakiyê de wesayît hate rûxandin û tevî qaşo berpirsyarê komê Saîd Farîs, 2 çeteyên dagirker hatin birîndarkirin. Di heman demê de hêzên me li derdora gundê Tiwêhînê yê herêma Mareyê li dijî çeper û stargehên çeteyan çalakiyek pêk anî. Di çalakiyê de 2 çete hatin kutin.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar