Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 3 Ağustos 2025

Sûrên dîrokî yên Cizîrê hildiweşin

Li Cizîrê, sûrên xwedî dîrokeke 6 hezar salî ji ber nexweyîtîkirinê hildiweşin. Ber sûrên dîrokî, veguheriye sergoyê û bûye navenda tiryakêşan

Li navçeya Cizîr a Şirnexê, sûrên xwedî dîrokeke 6 hezar salî hindik mane birûxin. Sûran ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê ve wekî qada SÎT’ê hatibûn diyarkirin, lê belê niha piraniya wan hilweşiyane. Deverên mane jî, ji ber zêdetirî 160 sal in ji aliyê leşkeriyê ve hatine bikaranîn û li gor pêdiviyên leşkeriyî hatine sererastkirin, pir texrîb bûne.

Şaredariya BDP’î ya wê demê û hin rêxistinên civaka sivîl, wê demê hewl dan û di 12’ê Sibata 2010’an de sûrên wekî qada leşkeriyê dihatin bikaranîn ji dest leşkeriyê derxistin, lê belê sûrên mayî jî niha li ber rûxandinê.

Nexasim jî li devera Birca Belek rewşa sûran qet nebaş e. Qismek dîwarên Birca Belek, di demên dawî de hilweşiya û niha ji ber nexwedîtîkirinê bûye çopgeh. Her wiha hêla Birca Belek di demên dawî de bûye mekanê tiryakfiroşan. Nexasim jî li hêla ku ronahî lê tune ne, êvarî dibe bazara tiryakê û tiryakêşan. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar