Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 2 Ağustos 2025

Li Başûr şerê desthilatiyê: Niha jî waliyê Duhokê tê guherandin

Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî piştî ku îstîfa kir, îro li şûna wî Firsed Sofî weke waliyê nû hate hilbijartin. Tê gotin ku tevî waliyê Duhokê, dê hin qeymeqam û rêveberên Hewlêr û Dihokê jî bên guherandin

Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî duh îstîfa kir. Li ser vê yekê Meclisa Parêzgeha Hewlêrê îro civiya û hilbijartin kir. Di hilbijartinê de ji bilî Firsed Sofî tu namzet nehatin nîşandan. Ji ber vê yekê jî Sofî bû waliyê nû yê Hewlêrê.

Firsed Sofî parlementerê berê yê PDK’ê ye û tê gotin ku nêzî baskê serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî ye. Li gorî hinek îdiayan, di nava hikûmetê de erkeke bilindtir ji bo wî were dayîn. Lê hin dezgehên çapemeniyê jî dibêjin ku dê Newzad Hadî di nava Desteya Serokatiya Herêma Kurdistanê de were wezîfedarkirin.

Li şûna Ertûşî, Teter tê peywirdarkirin

Li hêla din hate ragihandin ku waliyê Duhokê Ferhad Ertûşî jî bi hinceta ku ‘Erka xwe pêk nayîne’, dê ji peywirê bê girtin. Hat îdiakirin ku li şûna Ertûşî dê Elî Teter bê peywirdarkirin. Dezgehên çapemeniyê yên Başûr dibêjin ku Elî Teter beriya niha di nava rêxistina îstîxbaratê ya Parastinê de cih digirt.

Sedema guhertinan

Her wiha tê gotin ku dê serokê Hikûmeta Federal a Kurdistanê di çend rojên pêş de di asta îdareyên bajaran de qeymeqam, rêveberên nahiyeyan û rêveberên ku zêdeyî 10 salin li ser karin, biguherîne. Çavdêrên siyasî guhertina waliyan û gotegotên guhertina qeymeqam û rêveberên bajaran yên kevin, weke nakokî û şerê desthilatiyê yê di navbera Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî de dinirxînin. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar