Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Cumartesi - 15 Şubat 2025

Li gundên çiyayî amadekariya zivistanê

Li gundên çiyayî yên Pasûrê amadekariyên zivistanê dest pê kirin. Gundî ji bo zivistana dijwar dims, şûşe, toraq hwd. amade dikin

Li Kurdistanê zivistan herî zêde li gundên çiyayê dijwartir derbas dibe. Yek ji van gundan gundê Akçesêre ya girêdayî mezraya Kipovît a navçeya Pasûra Amedê ye. Ji ber vê li gundên çiyayî yên navçeyê ji niha ve amadekariyên ji bo zivistanê dest pê kirine. Gundî ji bo zivistanê, rîçala hejîran û qatixên amade kirine dixin bin erdê. Her wiha zebze û fêkiyan jî hiltînin.

Têkildarî amadekariyê jina bi navê Fehîme Bozkûrt diyar kir ku zivistana gundê wan zivistaneke hişk e loma ji havînê ve amadekariyên zivistanê dikin û got ku ji bo zivistanê ew rîçala hejîran çê dike.

Bozkûrt anî ziman ku ew ji bacanên sor ên organîk salçeyê jî çê dike û wiha got: “Piştî em bacanên sor dieciqînin, em wan 3 çar rojan wisa dihêlin. Paşê em li sizgêcê dixin û dixin kîsan. Du rojan jî di kîs de dimînin û bi vî awayî ava wan dadiwerive. Piştî ava dadiwerive em du rojên din jî li ber tavê dihêlin. Paşê em xwê dikin û dixin şûşeyan. Her wiha dervejî çêkirina ava bacanên sor dimsê jî çê dike.”

Di heman mijarê de Cahîde Yildiz jî da zanîn ku ew bi şîrê heywanên xwe mast, rûn û toraqê çê dikin û ev tişt anî ziman: “Em toraqa xwe xwê dikin û dixin meteryan. Ji bo zivistanê jî em dixin bin erdê. Em ji mezinên xwe hîn bûne. Niha em jî heman tiştî dikin. Bi qasî 6 mehan di bin erdê de dimîne.”

Her wiha Yildiz destnîşan kir ku divê cihê qatixê ku hiltînin hênik be û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gava cihê wan hênik be hem tahma wan xweş dibe hem jî xirab nabin. Her wiha li gorî axê tahma wan jî diguhere. Mesela ger cihê wan ne hênik be tahma wan nexweş e. Em penêr, rûn, toraq û tûyan dixin bin erdê.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar