Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HRE’yê lê da: 4 çete hatin kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li dijî artêşa tirk û çeteyên wê gelek çalakî pêk anîne. HRE’yê destnîşan kir ku di çalakiyan de 3 leşkerên tirk bi giranî birîndar bûne û 4 çete hatine kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çarçoveya çalakiyên berxwedanê de, hêzên wan di du rojên borî de rêze çalakiyên bi bandor li dijî artêşa tirk û çeteyên wê yên li Efrîn û derdora wê lidar xistine.

Di daxuyaniyê de HRE’yê da zanîn ku hêzên wan di 12’yê îlonê de li navenda Efrînê du çalakî pêk anîne û kitekitên çalakiyan wiha parve kir: “Çalakiya yekemîn li ser rêya diçe pira nû û ya duyemîn jî li ser pira diduyan hate lidarxistin. Di encama çalakiyan de ziyaneke madî gihişt çeteyan lê der barê kuştî û birîndarên wan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.”

Wesayîtek bi temamî hate rûxandin

HRE’yê diyar kir ku di 13’yê îlonê de jî hêzên wan li dijî baregeheke artêşa tirk a li gundê Basil ê Şêrawayê çalakî pêk anîne û baregeh bi temamî hatiye rûxandin. HRE’yê da zanîn ku di çalakiyê de 3 leşkerên tirk bi giranî birîndar bûne û wiha dom kir: “Di heman rojê de hêzên me wesayîteke doçkabarkirî ya ku li derdora gundê Kefer Xaşir ê Ezazê digeriya hedef girt. Di çalakiyê de wesayît bi temamî hate rûxandin û 2 çete hatin kuştin. Di çalakiya sekvaniyê ya di heman rojê li dijî komeke çete yên li gundê Seyîd Elî yê Mareyê de jî çeteyek hate kuştin.”

Topbarankirina gundên Efrînê

Daxuyaniya HRE’yê wiha bi dawî bû: “Di 13’ê îlonê de hêzên me bi çekên navîn li çeperên çeteyên artêşa tirk ên li derdora gundê Til Malidyê yê Mareyê xistin. Di encamê de çeteyek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn. Di 11-13’yê îlonê de artêşa tirk û çeteyên wê bi obus û hawanan gundên Merenaz û Malikiye yên Şerayê û gundên Bênê û Aqîbê yên Şêrawayê topbaran kirin. Ji ber topbaranê ziyan gihîşt mal û milkê gundiyan. Balafirên bêmirov jî li asîmanê Şerayê geriyan.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar