Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Danişîna Demîrtaş îro li DMME’yê tê dîtin

Danişîna hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş  îro dê li 16’emîn Daîreya Mezin a DMME’yê bê dîtin. Parêzeran diyar kir ku dê parastina muwekîlê xwe bikin û biryar jî dê di demên piştre bê aşkerakirin

Danişîna hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş îro li 16’emîn Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tê dîtin. Ji bilî dozekî, hemû dozên der barê Demîrtaş ku ji 4’ê mijdara sala 2016’an ve li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê girtin de di dosyayekê de hatibûn komkirin.

Doz ji Amedê bi hinceta ‘ewlehiyê’ biribûn Enqereyê û li 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam dike. Ji bo berdana Demîrtaş, parêzeran serî li dadgehên herêmî dan. Lê hemû serlêdanên parêzeran hatin redkirin. Li ser vê yekê parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM’ê jî di 29’ê gulana 2018’an de daxwaz kir ku serlêdan bê nirxandin. Lê AYM’ê bersiv neda serlêdanê. Li ser vê yekê parêzeran dosyaya Demîrtaş birin DMME’yê û serlêdan kirin.

DMME’yê girtina Demîrtaş weke neheqî nirxand

Piştî serlêdana parêzeran a DMME’yê, ji doza duyemîn a Demîrtaş tê de dihat darizandin, biryar derket. Dadgehê di 7’ê îlona 2018’an de cezayê girtîgehê li Demîrtaş û parlamenterê HDP’ê yê berê Sirri Sureyya Onder hate birîn. Dadgeha Stenbolê 4 sal û 8 meh ceza li Demîrtaş birî. Dadgeha Îstînafê cezayê Demîrtaş erê kir. Di vê navberê de DMME’yê girtina Demîrtaş weke neheq nirxand û ji Tirkiyeyê xwest ku Demîrtaş di zûtirin dem de were berdan. 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê jî daxwaza DMME’yê red kir û xwest ku rewşa girtîya Demîrtaş bidome.

Danişîn îro tê dîtin

Parêzerên Demîrtaş ji bo ku doza Demîrtaş careke din bê lêkolînkirin, di sibata sala 2019’an de serî li Daîreya Mezin a DMME’yê dan. Hikûmetê daxwazname da û xwest ku DMME biryara binpêkirinê jinûve binirxîne. Daîreya Mezin a DMME’yê dî îro dosyaya Demîrtaş careke din binirxîne.

Li gorî agahiyên parêzeran, dê di danişînê de parastina muwekîlê xwe Demîrtaş bikin û biryar jî pişt re dê were aşkerakirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar