Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Li Heftanin Xakurkê û Çelê çalakiyên gerîlayan

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Heftanîn, Xakurkê û Çelê li dijî leşkerên artêşa tirk a dagirker rêzeçalakî lidarxist

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê aşkera kir ku gerîlayên HPG/YJA-Starê li Heftanîn, Xakurkê û Çelê li dijî leşkerên artêşa tirk a dagirker rêzeçalakî lidarxistine.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hat ragihandin:“Di roja 17’ê îlonê saet 14.00’an de hêzên me bi çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê ya li herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê didome de li dijî yekîneyên operasyonê yên artêşa TC’ê ya dagirker ku li herêma Şehît Şêxmûş a li herêma Şehîd Kendal bicih bûbûn çalakiyek lidarxist. Bi serketî li yekîneya dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.”

HPG’ê bi berdewamî ev agahî da: “Hêzên me bi çarçoveya Pêngava Şoregşerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 15’ê îlonê saetên nîvro li dijî yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker a di navbera Girê Şehîd Bager û Girê Şehîd Colemêrg yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiya sabotajê lidarxist. Di vê çalakiyê de jî hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.”

Di daxuyaniyê ev agahî jî hat parvekirin: “Dîsan bi çarçoveya pêngava şoreşgerî hêzên me roja 16’ê îlonê saet 16.50’an li dijî yekîneya operasyonê ya ku li Girê Şehîd Sarya yê herêma Xakurkê bicih bûbûn çalakiyek lidarixst. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Artêşa TC’ê ya dagirker saetên êvarê bi helîkopterên Skorsky kuştiyê xwe ji herêmê rakir.”BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar