Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li dijî talankirina xwezayê têkoşîna hevpar divê

Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî ji bo talankirina ekolojiyê bal kişand ser têkoşîneke yekbûyî û got: “Li hemberî êrîşên li ser Heskîf û çiyayên Dersimê û êrîşên li ser Çiyayên Kazê û çiyayên Behra Reş, ji xeynî têkoşîneke hevpar wekî din tu şansekî me tune ye.”

Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî bilêv kir ku talankirina xwezayê ancax bi têkoşîneke hevpar û yekbûyî dikare bê çareserkirin.

Çepnî diyar kir ku li Kurdistanê faşîzm, li Tirkiyeyê demokrasî nabe. Divê hêzên demokrasiyê hemû li hemberî van êrîşên li ser kurda têbikoşe û wiha got: “Ev dewlet, dijminê jinan, ked, gelê kurd, şoreşger û elewiyan e. Li hemberî faşîzmê pêdivî bi têkoşîneke hevpar û yekbûyî heye.”

Êrîşên li dijî Heskîf, Dersim û Çiyayên Kazê

Çepnî destnîşan kir ku heta gelên Tirkiyeyê ji bo mafê kedê, ji bo azadî û demokrasiyê, ji bo bawerî û wekheviya zayendî û azadiya jinê têkoşîneke hevpar bi dest nexe tu carî wê bi ser nekeve û got: “Li hemberî êrîşên li ser Heskîf û çiyayên Dersimê û êrîşên li ser Çiyayên Kazê û çiyayên Behra Reş, ji xeynî têkoşîneke hevpar wekî din tu şansekî me tune. Divê em ji rewşa çavê xwe bigire serê xwe têxe ber xwe dûr bikevin. Ji xeynî bilindkirina têkoşîneke yekbûyî û hevpar tu şansekî me tune ye.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar