Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Dermanê gelek nexweşiyan; Kizwan

Kizwan ji gelek nexweşiyan re baş û ji gelek derdan re dibe derman. Ji kizwanan dermanê nexweşiya dil, benîşt û qehwe çêdibe. Yek ji cihê ku kizwan tê peydakirin jî Çiyayê Kizwan e

Xwezaya Kurdistanê ango Mezopotamya bi dar, çiya, fêkî û zebzeyên xwe dermanê gelek nexweşiyan e. Şûna ku mirov dermanên kîmyewî bi kar bîne, dikare ji xwezayê dermanan biafirîne. Kizwan jî ji warê dermanan û di warê çêjê de gelek baş e. Dermanê gelek nexweşiyan e û di heman demê de jî tama wê gelek xweş e.

Yek ji van cihan ku ji aliye kizwanan ve bi nav û deng e Çiyayê Kizwan e. Çiyayê Kizwan li başûrê navçeya Til Temirê ye. Li Çiyayê Kizwan gelek kaniyên avê, mezara Şêx Ebdil Ezîz, şikeftên ku dîroka wê vedigere hezar salan û deverên dîrokî mîna Kelha Sukera, Mexlûca û gelek deverên din hene.

Çiya bi navê Çiyayê Kizwan tê binavkirin, ji ber li ser û newalê wê gelek darê kizwanan heye, ew dar nayên çandin û her darek di navbera wê û ya din de gelek mesafe hene. Di meha îlonê û demsala payîzê de êdî dar û pelên wê dilerizin û hêdî hêdî tevî kizwanên pê ve mane,  hişk dibin, kirasê şîn datînin û yê zer li xwe dike.

Li derdora dara kizwanê darên fistiqa jî çêdibin, di vê demsalê de her kes berê xwe dide çiya û kizwanan berhev dike û li herêmên din jî belav dike. Hin malbat jî ji bo zivistanî hiltînin.

Gelek rengên wê heye

Rengê kizwanan şîn, sor, kesk û zer in. Libê wê yê biçûk û yê mezin jî hene. Da ku ruhê dilê mirovan vebibe û bikaribe bi rengekî baş bêhna xwe bikişîne divê kizwanan bixwin.

Ji kizwanan sabûn jî çêdibin. Hem ji dar û hem jî ji kizwanan benîşt çêdibe, benîştê wê jî çarkoşeye û rengê wê jî spî ye û qehwe jî çêdibe, qehweya wê jî tehl e, giran e û rûnê wê zêde ye. Ew qehwe jî ji nexweşiya kêmbûna xwînê re derman e. Di heman demê de ji kizwanan zeyt jî çêdibe. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar