Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 13 Haziran 2025

HDP: Êdî dê li Stenbol û Îzmîrê jî Nobeta Demokrasiyê bê lidarxistin

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê duh civiya. Di civînê de li dijî hewldana krîmînalîzekirina HDP’ê biryara destpêkirina kampanyaya ‘Em di HDP’ê de kom bibin’ hate dayîn. Her wiha MYK’ê biryar da ku dê êdî li Stenbol û Îzmîrê jî çalakiya Nobeta Demokrasiyê bê lidarxistin

Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî ku di bin serokatiya hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî de civîna xwe li dar xist, duh jî Desteya Rêveber a Navendî (MYK) civîna xwe li dar xist. Di rojevên bingehîn ên MYK’ê de tayînkirina qeyûman, tifaqa demokrasiyê, pakêta darazê û biryara girtina hevserokên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hebû.

Di civînê de li dijî hewldana krîmînalîzekirina HDP’ê, biryara lidarxistina kampanyaya bi dirûşma ‘Em di HDP’ê de kom bibin’ hate dayîn. Di çarçoveya vê kampanyayê de dê xebatên xwebirêxistinkirinê, yên endamtiyê û kampanyeya îmzeyan a li dijî qeyûman bên meşandin. Her wiha biryar hate dayîn dê di 7’emîn salvegera damezirandina partiyê de anku di 15’ê cotmehê de pîrozbahiyên bi coş bên lidarxistin. Ji bo vê jî dê hemû derdorên demokratîk bên vexwendin. Yek ji biryarên civînê jî ew bû ku êdî Nobetên Demokrasiyê li Îzmîr û Stenbolê jî bên lidarxistin. Tê payîn ku dê çalakiyên li Stenbol û Îzmîrê di nava vê hefteyê de dest pê bikin.

Pakêta darazê

Yek ji mijarên di rojeva MYK’ê de jî ‘Pakêta darazê’ ya ku desthilatdariyê ji bilî HDP’ê pêşkêşî hemû partiyên siyasî kiribû. Di civînê de ji bo vê jî ev nirxandin hate kirin: “AKP di her serdemê de dibin navê ‘reformê’ de rojevê diguherîne û berevajî bendewariyên heyî tevdigere.”

Li hemberî vê yekê jî dê HDP Belgefîlma Stratejîk a Paqijkirina Rê ku demek berê bi derdorên demokratîk re parve kiribû dê bixe rojeva meclisê.

Ji bo girtina Yuksekdag û Demîrtaş jî nirxandina ‘Duyemîn komploya siyasî’ hate kirin. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar