Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 13 Haziran 2025

‘Em ê şaredariyên xwe ji xespkaran re nehêlin’

Di çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li Mêrdînê parlamentera HDP’ê Ebru Gunay anî ziman ku vîna wan ji hêla qeyûman ve hatiye xespkirin û dê rê nedin vê yekê. Gunay bi lêv kir ku pergala hevserokatiyê jî ne pergaleke wisa ye ku bikeve destê qeyûman

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê li dijî biryara tayînkirina qeyûm di roja 36’emîn de jî çalakiya Nobeda Demokrasiyê li dar xist. Îro ji ber ku walîtiya Mêrdînê hemû çalakî qedexe kirine, beriya ku rêveber û parlamenterên HDP’ê dest bi çalakiyê bikin bi sedan polîs li dora avahiya HDP’ê kom bûn û avahî dorpêç kirin.

Ji ber ku polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kir, rêveber, endam û parlamenterên HDP’ê çalakiya xwe li avahiya HDP’ê berdewam kirin. Di nobetê de parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay axivî û diyar kir ku dê şaredariyên xwe ji qeyûm re nehêlin. Gunay anî ziman ku bi destê qeyûm vîna kurdan hatiye xespkirin.

Gunay bi lêv kir ku li dijî xespê ev e 36 roj in li ber xwe didin û wiha domand: “Mirov dikare têkildarî qeyûman gelek tiştan bibêje. Lê ev têra vegotina xespa hatiye kirin nake. Tayînkirina qeyûm bi şaredariyên Pasûr û Qereyaziyê re odm dom kir. Em ê vê xespê qebûl nekin. Em ê heta dawiyê destkeftiyên xwe biparêzin. Pergala me ya hevserokatiyê ne ew pergal e ku têkeve destê qeyûman. Hevserokatî xeta me ya mor e.”

Di berdewamê de jî Gunay anî ziman ku desthilata AKP-MHP’ê hemû mafên hêz û gelên muxalîf xesp dike û wiha pê de çû: “AKP-MHP weke rêbazeke birêvebirinê serî li vê didin. Gelê Mêrdînê jî ev rastiye bi aşkerayî dît. Dîtin bê ka qeyûm bacên gel ji bo çi û li ku dimezêxe. Em ê şaredariyên xwe yên ku bi keda gelê me hatine bidestxistin ji wan re nehêlin.”

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar