Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Artêşa tirk sivîlek revand û agir berda daristanê

Artêşa tirk û çeteyên wê li Efrînê sivîlek revand û agir berda daristana gundê Kaxrê yê Mabatayê. Her wiha hêzên dagirker di van kêliyan de gundê Beylûnê yê Şehbayê topbaran dikin

Binpêkirinên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li Efrîn û Şehbayê berdewam in. Hêzên artêşa tirk û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Beylûnê yê Şehbayê topbaran dikin. Her wiha komên çete li Efrînê sivîlek revand û agir berda daristanên Efrînê.

Li gorî agahiyên ji herêmê, komên çete yên Lîwa El Şîmal ên girêdayî dewleta tirk, li gundê Golka yê Mabata yê Efrînê welatiyê bi navê Îbrahîm Mihemed Mistefa revand û birin cihekî nediyar. Çavkaniyan da zanîn ku beriya bûyera revandinê, komên çeteyan bi telefonê fîdye ji Mistefa xwestin. Der barê aqûbeta Mistefa de tu agahî nayên girtin.

Agir berdan daristanê

Di heman demê de çavkaniyên ji Efrînê ragihandin ku artêşa tirk ber bi danê êvarê ve li gundê Kaxrê yê Mabatayê agir berda daristanê. Di dîmenên hatine bidestxistin de xuya dibe ku agir bi dehan deveran ketiye.

Şehba tê topbarankirin

Her wiha hêzên artêşa tirk û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Beylûnê yê herêma Şehbayê topbaran dikin. Çavkaniyên ji herêmê destnîşan kirin ku heta niha zêdetirî 8 topên hewanê li gund ketine. Topbarana li ser herêmê didome. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar