Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HRE: 6 çete û leşkerên tirk hatin kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Efrîn û Ezazê rêzeçalakî pêk anîn. HRE’yê da zanîn ku di çalakiyan de 6 çete û leşkerên tirk hatine kuştin

Çalakiyên şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) yên li dijî hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li Efrîn û herêmên li derdora wê berdewamin. HRE’yê têkildarî şer û pevçûnên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand. HRE’yê da zanîn ku hêzên wan li Efrîn û Ezazê rêzeçalakî pêk anîn.

Di daxuyaniyê de HRE’yê destnîşan kir ku hêzên wan di 30’ê îlonê de li nêzî gundê Kefer Xaşir ê Ezazî li dijî komên çete çalakiya sekvaniyê pêk anî û di çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin. HRE’yê ragihand ku hêzên wan di 1’ê cotmehê de jî li dijî 2 baregehên artêşa tirk ên li gundê Basil ê Şêrawa ya Efrînê çalakî pêk anî. HRE’yê diyar kir ku di çalakiyê de her du baregeh hatin rûxandin, 2 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Topbarankirina qadên sivîlan

Daxuyaniya HRE’yê wiha bi dawî bû: “Di 1’ê cotmehê de hêzên me li dijî komeke çete ya li gundê Enabkê ya Şerayê çalakî pêk anî û di çalakiyê de 3 çete hatin kuştin. Di heman rojê de hêzên me li navenda Efrînê jî çalakiyeke sabotajê pêk anî lê encamên çalakiyê nehatin zanîn. Di navbera 29’ê îlonê û 1’ê cotmehê de artêşa tirk û çeteyên wê bi tank û obusan êrîşî qadên sivîlan ên gundên Aqîbê û Benê yên Şêrawayê, gundên Şêx Hîlal û Kefer Naya yên Şehbayê û derdora bajarokê Arfad (Til Rifat) kirin. Di topbaranê de ziyanên madî çêbûn.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar