Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

Li Dêrsimê yek jê pitika 3 mehî, 9 kes hatin binçavkirin

Polîsan di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya ku hefteyek berê dabû destpêkirin û hê jî didome de îro li Dêrsimê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de yek jê pitika 3 mehî, 9 kes binçav kirin

Operasyona qirkirina siyasî ya ku hefteya din li Dêrsimê li dijî endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibû destpêkirin, di vê hefteyê de jî bi binçavkirinên nû re berdewam kir. Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de polîsên dewleta tirk îro di danê sibehê de li Dêrsimê bi ser mala rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê berê Celal Aydin, hevserokê HDP’a Dêrsimê yê berê Mûrat Polat, rêveberên HDP’ê Balaban Turgut û Cemal Gungormuş de girt.

Hat zanîn ku di encama serdegirtina malan de endamê Meclisa Giştî ya Dêrsimê Mehmet Alî Yazir, rêveberê Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Mûstafa Ataç û Ozcan Ateş, Ferîde Kit û Bêrîvan Kit Gungormuş hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyan, yek ji kesên hatine binçavkirin jî pitika 3 mehî Bêrîvan Kit Gungormuş e. Sedema binçavkirinan nehat zanîn. Kesên binçavkirî li Midûriyeta Polîsan a Dêrsimê tên girtin. Hat zanîn ku operasyona qirkirina siyasî ya li Dêrsimê didome û dibê ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe. DÊRSIM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar