Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Artêşa tirk gundên Kobanê û Girkê Legê topbaran kirin

Di navbera şervanên HSD’ê û hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê de li 2 gundên Kobanê şerekî giran heye. Hat zanîn ku di topbaranê de sivîlek şehîd bû. Her wiha artêşa tirk gundê Sermisaxê yê Girkê Legê jî topbaran dike

Êrîşên hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê berdewam in. Li hemberî van êrîşan, şervanên HSD’ê û gelê herêmê jî di çarçoveya mafê xweparastinê de bersivên tund didin.

Li gorî agahiyên ji Kobanê, hêzên artêşa tirk û çeteyên wê gundên Qermox û Goran ên li rojhilatê Kobanê topbaran û bombebaran kirin. Hat zanîn ku di encama bombebarana li gundê Goranê de sivîlê bi navê Îdan Şêx Ehmed (60) şehîd bû. Çavkaniyan da zanîn ku şervanan di çarçoveya mafê parastinê de baregehên leşkerî yên dewleta tirk ên li hemberî van gundan hedef girtin û derb kirin. Şer û topbarana li ser gundê Qeremox û Goran didome. Artêşa tirk a dagirker saetek berê jî derdora Kobanê bombebaran kirin. Li ser bersivdayîna şervanan jî 2 baregehên wan hatin rûxandin.

Çavkaniyên ji Girkê Legê jî da zanîn ku hêzên artêşa tirk û çeteyên wê gundê Sermisax ê Girkê Legê bi dijwarî topbaran kir. Hat ragihandin ku li gund gelek sivîl jî hene û tu agahî jê nayên girtin. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar