Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Balafirên şer kampa Eyn Îsayê bombebaran dikin

Artêşa tirk a dagirker derdora kampa Eyn Îsayê bombebaran kir û çend malbatên DAIŞ’iyan ên li kampê reviyan. Her wiha artêşa tirk gundê Til Bêderê topbaran kir û di encamê de sivîl birîndar bûn

Êrîşên dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî qadên sivîlan bênavber didomin. Artêşa tirk a dagirker ji Dêrikê heta Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Tirbespiyê, Qamişlo, Girê Spî û Kobanê, qadên sivîlan bi balafir û çekên giran hedef digire. Ji ber vê yekê jî heta niha bi dehan sivîl hatin qetilkirin û bi sedan jî birîndar bûn.

Di vê çarçoveyê de artêşa tirk a dagirker herêmên li nêzî kampa Eyn Îsayê topbaran û bombebaran kirin. Li ser vê yekê jî rêveberiya kampê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku jiyana bi dehhezaran koçberan di bin xetereyê de ye. Rêveberiya kampê diyar kir ku ji ber vê sedemê jî hinek malbatên çeteyan ji kampê reviyan û ew jî hewl didin kampê veguhêzin cihekê din.

Sivîl birîndar bûn

Li hêla din jî balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker gundê Til Bêder ê li ser rêya Dirbêsiye û Hesekê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de welatiyên sivîl birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyên Til Temirê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar