Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Dewleta tirk nexweşxane û ambulansan hedef digire

Xebatkarên Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê da zanîn ku dewleta tirk ambulansên ku dixwazin welatiyên birîndar ji qadên şer veguhezîne nexweşxaneyan bikin û nexweşxaneyan bi xwe hedef digire. Xebatkarên nexweşxaneyê banga alîkariya derman û xebatkarên tenduristiyê kir

Dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê hemû qanûnên navdewletî binpê dikin û li dijî gelê rojavayê Kurdistanê êrîşeke qirkirinê dimeşînin. Hêzên dagirker bi taybet jî nexweşxane, bendavên ava vexwarinê, firin û navendên ji bo hewcehiyên jiyanî hedef digirin. Dewleta tirk weke her carê niha jî careke din Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê hedef digire.

Têkildarî mijarê ji xebatkarên Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê axivî û da zanîn ku artêşa tirk a dagirker ji 5 rojan ve bajêr bombebaran dike û sivîlan bê ser û ber bi tevahî cureyên çekên giran ji topavêj û balafiran hedef digire û dikuje. Xebatkaran da destnîşan kir ku dewleta tirk nahêle ambulans bikevin herêmên ku tên topbarankirin û birîndaran veguhêzin nexweşxaneyê. Xebatkaran got ku dewlet tirk nexweşxaneyê jî hedef digire.

Xebatkaran herî dawî ev bang kir: “Pêdiviya me bi hemû cureyên piştevaniyê yên kadroyên tenduristiyê û dermanan heye. Ji ber ku sivîl ji ber topbaran û bombebaranê birîndar dibin. Em li vir bi şêniyên xwe re ne, birîndarên xwe di vê rewşê de nahêlin û welatê xwe ji dagirkeran re nahêlin.” SERÊKANIYÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar