Komeke çeteyên DAIŞ’ê yên ku li zindana Eyn Îsayê îsyan kirin û reviyan. Di heman demê de ji Kampa Eyn Îsayê jî zêdetirî 800 malbatên DAIŞ’iyan reviyan û li dijî HSD’ê dest bi êrîşên çekdarî kirin
Bi destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê re, çeteyên DAIŞ’ê yên hem yên li zindanên rojavayê Kurdistanê, hem yên şaneyên veşartî û hem jî malbatên wan ên li kampan de ketin nava liv û tevgerê. Dewleta tirk jî ji bo ku karê wan ê revê hêsantir bike, derdora kamp û zindanan bombebaran û topbaran dike.
Li gorî agahiyên ji Eyn Îsa, çeteyên DAIŞ’ê yên di zindaneke Eyn Îsayê de agir berdan zindanê û reviyan. Rêveberên girtîgehê jî da zanîn ku ev yek jî ji bo hemû cîhanê xetereyeke mezin çêdike.
Di heman demê de çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku piştî topbaran û bombebarana artêşa tirk a li dijî kampa Eyn Îsayê, 895 çeteyên DAIŞ’ê reviyan û piştî ku çekên li derdora kampê bi dest xistin jî derbasî gundê Halîdiyeyê.
Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyan li Halîdiyeyê dest bi êrîşa li dijî hêzên HSD’ê kirin û balafirên koalîsyonê jî li ser gund digerin. Hat ragihandin ku di nava kampê de jî çeteyên bi çek hene. GIRÊ SPÎ