Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 26 Nisan 2025

Di êrîşa li dijî Kobanê de 2 sivîl birîndar bûn

Hêzên artêşa tirk a dagirker Kobanê topbaran kir û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn. Her wiha gundên Til Cîhan û girê dîrokî yê Til Şiîrê jî topbaran kirin

Êrîşên dewlet tirk û çeteyên wê ya li dijî rojavayê Kurdistanê bi hemû dijwariya xwe didome. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker gelek deverên din ên rojavayê Kurdistanê topbaran û bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, artêşa tirk a dagirker bajarê Kobanê topbaran kir. Hat zanîn ku di encama topbarana hêzên dagirker de welatiyên bi navên Cemîl Ehmed Ehmed (65) û Rûhilat Yildiz (20) biranîndar bûn. Welatî ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku rewşa birîndaran baş e.

Girê dîrokî topbaran kirin

Di heman demê de çakvaniyên ji Tirbespiyeyê jî da zanîn ku hêzên artêşa tirk a dagirker gundê Til Cîhan ê ku piraniya niştecihên wê suryanên xiristiyanin topbaran dike. Ji ber topbarana duh jî Dêra Meryem a li gund ziyan gihiştibûnê. Her wiha artêşa tirk girê gundê Til Şiîr ku yek ji girên dîrokî yên herêma Cizîrê ye û tabloyên dîrokî yên girêdayî herêma El Xabûrê, amûrên ji kevir, gorên kevin û gelek parçeyên ji bronz tê de ne, topbaran kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar