Navên 9 welatiyên sivîl ên ku di encama komkujiya dewleta tirk a li Serêkaniyê de birîndar bûn aşkera bûn
Dewleta tirk îro li Serêkaniyê êrîşî konvoya sivîlan kir. Di encama êrîşa hovane de di nav de rojnamegerê ANHA’yê Seed Ehmed jî 11 sivîl hatin qetilkirin û 74 sivîl jî birîndar bûn.
Navên 9 birîndarên li Nexweşxaneya Leşkerî ya Şehîd Sarya ya li Hesekê wiha ne: “Xalid Xelil (60) ê ji Til Hemîsê, Abdulkerîm Yûsûf Abdullah (40) ê ji Tirbespiyê, Talal Yûsûf Abdullah (19) ê ji Tirbespiyê, Kawa Sileyman Haco (42) ê ji Tirbespiyê, Menifa Saîd (44) a ji Til Koçerê, Abdurrahman Ahmed Hadî (41) ê ji Til Hemîsê, Evîn Yûsûf El Hecî (45) a ji Til Koçerê, Behiya Cima Şexo (79) a ji Tirbespiyê û Ciwan Mahmud Zulfo (24).” HESEKÊ