Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HRE: 9 leşker û çete hatin kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di 12 û 13’ê cotmehê de li Efrîn, Mare û Ezazê çalakî pêk anîne. HRE’yê daxuyand ku di çalakiyan de 9 leşkerên tirk û çeteyên wê hatine kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên di navbera 12 û 13’ê cotmehê yên li herêmên Efrîn, Mare û Ezazê yên li dijî hêzên artêşa tirk û çeteyên wê daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

HRE’yê da zanîn ku hêzên wan di 12’ê cotmehê de li Mareyê li dijî barageheke artêşa tirk çalakiyekî bi bandor pêk anî û di encamê de 4 leşker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn. HRE’yê diyar kir ku di heman rojê de hêzên wan li gundê Meryemîn ê Şerayê kêmîn li ber hêzên dagirker danî û di çalakiyê de 4 çete hatin kuştin. HRE’yê daxuyand ku di heman rojê de hêzên wan li navenda Ezazê çalakiyeke sabotajê pêk anî û 9 çete birîndar bûn. HRE’yê got ku kuştiyên dijmin nehatiye zelalkirin.

Çalakiyên di 13’ê cotmehê de

Der barê çalakiyên di 13’ê cotmehê de jî HRE’yê ev agahî parve kirin: “Hêzên me li derdora gundên Kil Cibrîn û Kefer Xaşirê ji 2 baskan ve bi ser çeperên dijmin da girt. Lê çete û leşkerên dagirker çeperên xwe hiştin û reviyan. Hêzên me jî termalek desteser kirin. Kuştî û birîndarên dijmn nehat zelalkirin. Hêzên me li Mareyê jî li koma çete ya Cebha El Şamiyeyê da. Di çalakiyê de çeteyek hate kuştin û 3 jî birîndar bûn. Li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê jî hêzên me çalakî pêk anî. Kuştî û birîndarên komên çete çêbûn lê nehat zelalkirin.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar