Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Hesen Şerîf bang li gelê Başûr kir: Mal û rêzefilmên tirkan boykot bikin

Hunermendê kurd Hesen Şerîf ji bo berxwedana Rojava peyamek parve kir û bang li gelê kurd kir ku li dijî dagirkeriyê bibin yek. Şerîf bi taybet jî bang li gelê Başûr kir ku malê tirkan boykot bikin û derbê li aboriya dewleta tirk bixin

Hunermendê kurd ê başûrê Kurdistanê Hesen Şerîf ji bo piştgiriya bi Berxwedana Rûmetê ya şervan û gelê rojavayê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê, stratek got û peyameke kurt parve kir. Di peyama xwe ya bi dîmen de Şerîf di serî de silavên xwe ji gel û şervanên Rojava re şand û diyar kir ku bejna xwe li ber berxwedana wan ditewîne.

Bi berdewamî jî Şerîf wiha got: “Ev nêzî hefteyeke ku dewleta tirk a faşîst û barbar bê navber, bi hemû teknîk, çeqel, diz û çeteyên xwe êrîşî Rojava dike. Li dijî vê êrîşê ez bang li gelê kurd dikim ku û dibêjim em hev bigirin. Hawar û gaziya me ewe ku em hev bigirin. Helwesta gelê kurd ya xwedî derketina li Rojava pîroz dikim.

Banga ji bo gelê Başûr

Hunermendên tirk ji bo dagirkeriyê bi dewleta xwe re ne. Ez jî bang li hunermend û gelê kurd dikim ku li hemberî dagirkeriyê hev bigirin. Pêwîste em kurd qedrê şehîdên xwe, ax û Kurdistana xwe bizanin. Em her timî dibêjin, yekbigirin. Dîsa dibêjim em hemû hev yekbigirin. Her wiha ez bang li gelê başûrê Kurdistanê dikim ku bi boykotkirina malê tirkî re derbê li aboriya Tirkiyeyê bixin. Divê rêze filmên wan ên dagirker boykot bikin. Divê em bizanin bê ka em kîne û divê em xwe baş nas bikin. Serkeftin ji bo Rojava, serkeftin ji bo kurd û Kurdistanê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar