Ji bo piştgiriya bi Berxwedana Rûmetê re, bi sedan welatiyên ji hemû pêkhateyan ên navçeya Çilaxa ya herêma Dêrikê meşiyan. Di çalakiyê de welatiyan got ku ew dagirkeriyê red dikin û dê ji bo azadiya xwe têkoşîna xwe bilindtir bikin
Bi armanca piştgiriya bi Berxwedana Rûmetê ya şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê, îro bi sedan welatiyên navçeya Çilaxa ya herêma Dêrikê daketin qadan û çalakî ki dar xistin. Di çalakiyê de ji hemû pêkhateyan welatî amade bûn.
Welatiyan di serî de meşek li dar xist û heta navenda navçeyê meşiyan. Di meşê de pankartên ku êrîşên dewleta tirk şermezar dikin hatibûn vekirin û welatiyan bi dirûşman piştgiriya xwe ya bi şervanên HSD’ê re anîn ziman.
Di çalakiyê de li ser navê girseyê endama Rêveberiya Kongreya Star Hediyê Şemo axivî û di serî de berxwedana şervanên HSD’ê ya li dijî dagirkeriyê şermezar kir. Şemo bi berdewamî jî ev tişt anî ziman: “Em niha ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker, di rewşa şer de dijîn. Em vê dagirkeriyê red dikin û qebûl nakin ku Erdogan axa me dagir bike. Sûriye ya hemû gelan e û em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê jî bilintir bikin.”
Meş bi dirûşman bi dawî bû. GIRKÊ LEGÊ