Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbîn û Geverê hat kirin

Duh Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nêrgîz, Ferhat Kut û Hevşaredarên Geverê Remziye Yaşar û Îrfan Sari hatin girtin. Piştî girtina hevşaredaran desthilatiya AKP/MHP qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbîn û Geverê kir

Hevşaredarên Şaredariya Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Semîre Nergîz û Ferhat Kut di 15’ê cotmehê de di serdegirtina malên xwe de hatibûn binçavkirin. Nergîz û Kut duh ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrdînê bi îdiaya “Endamên rêxistinê ne” hatin girtin. Hincetên beşdariya kampanya “Em tecrîdê bişkênin û faşîzmê hilweşînin” û îfadeyên şahidên nepen spartin hevşaredaran. Piştî girtina hevşaredaran vê sibehê Qeymeqamê Navçeyê Mehmet Balikçilar wek qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbînê hat kirin.

Qeyûm tayînî Şaredariya Geverê hat kirin

Di heman demê de Hevşaredarên Navçeya Geverê ya Colemêrgê Remziye Yaşar û Îrfan Sari jî di 15’ê cotmehê de di serdegirtina malên xwe de hatibûn binçavkirin. Hevşaredaran duh derxistin dadgehê û bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî û îfadeyên şahidên nepen, hevşaredar bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” tawanbar kirin û girtin. Vê sibehê hat ragihandin ku Qeymeqamê Geverê Osman Dogramaci wek qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. COLEMÊRG / MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar