Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Şêniyên Şehba û Efrînê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Gelek welatiyên Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê li Ehdas a Şehbayê meşiyan. Di çalakiyê de Berxwedana Rûmetê hate silavkirin û êrîşên dagirkeriyê jî hate şermezarkirin

Bi hezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, bi pêşengiya Kongreya Star a Herêma Efrînê xwepêşandanek li dar xist. Di xwepêşandanê de bi sedan şêniyên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê amade bûn.

Çalakvan li ser rêya sereke ya navçeya Ehdasê kom bûn û bi alên Yekitiya Jina Ciwan û HSD’ê, bi wêneyên Şehîd Hevrîn Xelef û pankartên ‘Qetilkirina jinê qetilkirina mirovahiyê dike armanc’ û ‘Na ji faşîzma Erdogan û dagirkeriyê re’ re meşiyan. Çalakvan ber bi qada navçeya Ehdasê ve meşiyan. Di meşê de welatiyan bi dirûşman êrîşên qirkirinê şermezar kirin û Berxwedana Rûmetê silav kirin.

‘Dewleta tirk çekên kîmyewî bikar tîne’

Di çalakiyê de li ser navê girseyê endama Rêveber a Kongreya Star a Efrînê Emîne Dînglî, endama Rêveber a Yekitiya Jina Ciwan a Şehbayê Zehra Kalo û endamê Yekitiya Ciwanên Efrînê Evîn Bîlal axivîn. Axaftvanan anî ziman ku berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û HSD’ê silav kirin. Axaftvanan daxuyand ku dewleta tirk a dagirker di êrîşê de çekên kîmyewî bi kar tîne.

Axaftvanan bang li tevahiya pêkhateyan kir ku dagirkeriyê ji xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan derxînin û soza dewamkirina berxwedanê dan. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar