Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Dagirker êrîşî gundên Girê Spî û Zirganê dikin

Dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî herêmên di navbera Zirgan û Serêkaniyê de û gundên li başûrê Girê Spî kirin. Di encama êrîşan de 8 şervan şehîd bûn û 11 çete û leşkerên tirk jî hatin kuştin

Tevî  ‘agirbesta’ di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dewleta tirk a dagirker a bi navbeynkariya DYA’yê, dewleta tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên li dijî herêmê didomîne. Li gorî agahiyên dawî, dewleta tirk hem li Girê Spî û  hem jî li Kobanê êrîşên xwe zêdetir kirin.

Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku liv û tevgera artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ya di navbera bajarokê Zirganê û Serêkaniyê de zêde bû. Hat zanîn ku artêşa tirk a dagirker hin deverên herêmê topbaran dike.

Êrîşên li ser Girê Spî

Artêşa dagirker û çeteyên wê di vê êvarê de bi panzêran êrîşî gundên Westa, Kafya û Aybat ên li başûrê Girê Spî kirin. Hat zanîn ku di encama êrîşan de 3 şervan şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn. Çavkaniyan got ku di êrîşê de 2 erebeyên şervanên HSD’ê jî derb xwar û 5 şervan şehîd û 4 jî birîndar bûn. Çavkaniyan diyar kir ku di şerê li vê herêmê de gelek leşker û çete jî hatin kuştin.

11 çete hatin kuştin

Çavkaniyan ragihand ku li gundê Westayê mayînek bi erebeyeke dagirkeran ve teqiya û di encama teqînê de herî kêm 11 leşkerên artêşa dagirker û çeteyên wê hatin kuştin. Çavkaniyên bi lêv kir ku herêm niha bêdeng e û balafirên keşfê li ser herêmê digerin. Her wiha komên çete gundê Cirin ê Girê Spî topbaran dikin û şervanên HSD’ê jî dibersivînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar