Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Artêşa tirk êrîşî gundên Girê Spî û Eyn Îsayê dikin

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên Xirbet Bekir û Kor Hesen ên Girê Spî û gundên Eyn Îsayê dikin. Hat zanîn ku artêşa tirk herêmê bombebaran û topbaran dike

Tevî ‘agirbesta’ di navbera HSD’ê û dewleta tirk a bi navbeynkariya DYA’yê jî, êrîşên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de êrîşî gundên Xirbet Bekir û Kor Hesen ên li rojavayê bajarê Girê Spî dikin. Di heman demê de, çete êrîşî gundewarên bakurê navçeya Eyn Îsayê dikin.

Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku dewleta tirk a dagirker bi balafirên şer,  bi top û tankan herêmê bombebaran û topbaran dikin. Li hemberî van êrîşan jî şervanên HSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bersivan didin.

Li her du herêmên navborî şer didome. SERÊKANIYÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar