Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 2 Mayıs 2025

HSD’ê hewldana dagirkeran têk bir

Komên çete yên El Nusra û DAIŞ’ê êrîşî gundên Serêkaniyê kirin. Li ser bersivdayîna şervanên HSD’ê jî li herêmê şerekê dijwar qewimî. Di şerê ku heta niha didome de 2 wesayît hatin rûxandin û gelek çete hatin kuştin

Êrîşên hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomin. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker êrîşî gundên Serêkaniyê kir.

Li gorî agahiyên ji Serêkaniyê, leşkerên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan êrîşî gundê Til Diyab ê Serêkaniyê bikin. Li ser vê yekê jî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersivên tund dan û hewldana çeteyan têk bir. Hat zanîn ku di encama bersivdayîna şervanan de wesayîteke doçkabarkirî û wesayîteka bi cureya Megzemîn hatin teqandin. Di şer de gelek çete jî hatin kuştin û birîndarkirin.

Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku komên çete yên El Nusra û DAIŞ’ê vêcarê jî bi çekên giran êrîşî gundê Bab Xêr ê Zirgan a Serêkaniyê kir. Hat zanîn ku şervanên HSD’ê û hêzên rejîma Sûriyeyê ku vê sibehê gihiştin gund bersivên tund dan. Di şerê ku heta niha didome de leşkerekê rejîma Sûriyeyê birîndar bû. SERÊKANIYÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar