Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Cumartesi - 22 Şubat 2025

Parêzerên ereb ji bo ku Erdogan ji sûcê şer bê darizandin dê serlêdanê bikin

Buroya Daîm a Yekitiya Parêzerên Ereb di civîna xwe ya awarte de biryar da ku ji bo ku Erdogan li dadgehên navdewletî bi tawanbariya ‘Sûcên şer ên li Sûriyeyê û sûcê li dijî mirovahiyê’ bê darizandin, serlêdanê bikin

Malpera El-Erebiye Net a siûdî ragihand ku Buroya Daîm a Yekitiya Parêzerên Ereb di rojên şemî û yekşemê de li paytexta Misirê Qahîreyê civîneke awarte li dar xist. Di civînê de biryar hate dayîn ku ji bo serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan di dadgehên navdewletî de bi tawanbariya ‘Li Sûriyeyê sûcên şer kirine û li dijî mirovahiyê sûc kiriye’ bê darizandin dê serlêdanê bikin.

Di civînê de Buroya Daîm a ku nûnertiya tevahiya sendîkayên parêzeran a cîhana erebî dike bang li tevahiya rêxistinên hiqûqî yên erebî û navdewletî kir ku dewleta tirk ji ber êrîşa wê ya li dijî Sûriyeyê şermezar bikin. Her wiha ji bo teşhîrkirina êrîşa dewleta tirk û binpêkirina qanûnên navdewletî, kongreyeke navdewletî pêk bînin. Buroyê êrîşa dewleta tirk jî şermezar kir û êrîşa dewleta tirk weke êrîşeke hovane ya li dijî serdestiya dewleteke ereb û binpêkirina rêgez û peymana NY û biryarên Konseya Ewlekariyê hesiband

Bang li dewletên ereb kirin

Buroyê ji bo parastina dewletên endam ên ereb li dijî êrîşên hêzên biyanî, banga avakirina atêşeke hevparkir. Her wiha bang li NY û Konseya Ewlekariyêk kir ku dewleta tirk ji binpêkirina qanûnên navdewletî berpirsyar bibîne. Buroyê bang li tevahiya dewletên ereb ên aştîxwaz kir ku têkiliyên xwe yên dîplomasî, bazirganî û çandî bi dewleta tirk re qut bikin û heta ku dewleta tirk ji bakurê Sûriyeyê derdikeve, balyozên wan ji paytextên erebî derxînin.

Boykotkirina malên tirkan

Herî dawî jî buroyê banga boykotkirina malên tirkan, rawestandina tevahiya rêwîtiyên turîzmê ji Tirkiyeyê re û qutkirina danûstandina bi tevahiya şîrketên tirkî re kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar