Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Artêşa tirk sivîlek bi giranî birîndar kir

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Til Cebel ê Serêkaniyê sivîl hedef girtin. Di encama êrîşê de jinek birîndar bû û rewşa wê giran e

Hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê di êrîşên xwe yên qirkirinê yên li dijî rojavayê Kurdistanê de gelê sivîl ê li herêmê hedef digire. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker duh êvarê saet derdora 16:00’an de gundê Til Cebel ê Serêkaniyê hedef girt.

Komên çete di êrîşa xwe de welatiya bi navê Wedhe Salih (20) birîndar kir. Salih ji hêla şêniyên gund ve rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê. Têkildarî mijarê hevjînê Wedhe Salih, Macid Mihemed axivî û wiha got: “Gundê me hate dorpêçkirin. Di dema êrîşa çeteyan de jî me hewl da ber bi noqteyên HSD’ê yên li gundê Erîşayê ve biçin. Lê artêşa tirk û çeteyên wê herêm bombebaran kir. Dema em gihiştin gund, çeteyan li me gule reşandin û guleyek li sîngê hevjîna min ket.”

Piştî ku Wedhe Salih birîndar bû jî hevjînê wê bi alîkariya sivîlekî bi motorsîklêtê ew gihand nexweşxaneyê. Endamên tenduristiyê da zanîn ku rewşa Wedhe Salih nebaş e û sewqî Nexweşxaneya El Wetenî ya Hesekê bikin. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar