Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 30 Nisan 2025

Zarokên Serêkaniyê: Erdogan kesekî pir xirabe û dixwaze me bikuje

Zarokên Serêkaniyê yên ji ber şer koçber bûn bertek nîşanî êrîşan dan. Zarokek wiha dibêje: “Erdogan kesekî pir xirab e. Ez dixwazim hemû bizane ku Erdogan kesekî nebaş e. Dixwaze zarokan û sivîlan qetil bike.”

Ji ber êrîşan qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, bi sedhezaran welatiyên kurd, ereb, suryan, ermen û hwd. ji Serêkaniye û Girê Spî koçberî herêmên din ên rojavayê Kurdistanê bûn. Ji van welatiyan gelek jê jî zarok in. Zarokên ku ji welat û jiyana xwe ya asayî bûn, daxwazên xwe bi ANHA’yê re parve kirin.

Yek ji van zarokan Husên Elî di serî de pirsa ‘Erdogan ji me çi dixwaze’ dike û wiha dibêje: “Em di mala xwe de bûn û diçûn dibistana xwe. Em gelek kefyxweş bûn. Lê bi sedema wî em koçberî Hesekê bûn û bajarê me wêran bû.”

Bang li cîhanê kirin

Zarok Şivan Omer jî got ku dewleta tirk bi balafiran êrîşî bajarê wan kir û wiha dom kir: “Ez dixwazim ev şer bisekine û aramî vegere herêmên me.” Ji zarokan Xemlîn Ehmed a 8 salî jî diyar kir ku li Serêkaniyê şer, tirs û qetilkirina zarokan çêbû. Xemlîn berteka xwe wiha tîne ziman: “Erdogan kesekî pir xirab e. Dixwazim ji hemû cîhanê re bibêjim ku Erdogan kesekî nebaş e. Armanca wî rûxandina malan, qetilkirina sivîlan û talankirin milkên xelkê ye.”

‘Erdogan dixwaze bi şer mala me dagir bike’

Zaroka bi navê Nesrîn Remedan a 9 salî jî wiha got: “Erdogan dixwaze bi şer dest dane ser mala me. Em li bajarê xwe kêfxweş bûn. Ez dixwazim şer raweste û vegerim mala xwe. Dixwazim Erdogan û artêşa wî ji herêmên me derkevin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar