Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Cizîrê şermezarkirinên qeyûm didomin

Li Cizîrê, di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina li dijî tayînkirina qeyûman de HDP’iyan serdana esnafan kir. Di serdanê de peyama “Tundî nikarin we rizgar bikin. Hûn her hefte jî sindoqan deynin, em ê li vîna xwe xwedî derkevin.” hat dayîn.

Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve ji peywirê hat girtin û qaymeqamê navçeyê Davût Sînanoglû weke qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hat kirin.

Çalakiyên şermezarkirina li dijî vê yekê ku duh li navçeyê dest pê kiribûn, îro jî berdewam kirin. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz, hevşaredarên Cizîrê Mehmet Zirig û Berîvan Kutlû jî di nav de gelek kes li Çarêya navçeyê li hev kom bûn û serdana esnafên li ser Kolana Orhan Dogan kirin. Esnaf yek bi yek hat serdanakirin û têkildarî tayînkirina qeyûm hatin agahdarkirin.

 Qeyûm nenaskirina vîna vî gelî ye

Di serdanê de timik dûrişmeyên mîna “Cizîr ya me ye” û “Bijî berxwedana Cizîrê” hatin berzkirin û HDP’î ji aliyê welatiyan ve bi tililî û çepikan hatin pêşwazîkirin. Parlamenter Nûran Îmîr di serdana esnafan de axaftinek kir û diyar kir ku bi gelê bajar serbilindin û wiha got: “Her hefte jî sindoq bên danîn dê ev gel li vîna xwe xwedî derkeve. Qeyûm nenaskirina vîna gelê kurd e.”

Parlamenter Hasan Ozguneş jî diyar kir ku qeyûm nehiqûqî, talan û dizî ye û wiha got: “Em ê li dijî tundiyan têkoşîna xwe berdewam bikin û li ber xwe bidin. AKP-MHP êdî nikarin xwe bi tundiyê rizgar bikin. Kesên ku zilmê kirine çûne ser sergoyê dîrokê. Em ê aştiyê bi biratiya gelan û têkoşîna ji bo jiyaneke bi rûmet pêk bînin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar