Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

Meclîsa Neteweyî ya Fransayê dagirkerî mehkûm kir

Meclîsa Neteweyî ya Fransayê, pêşnûmeyeke ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk şermezar dike bi yekdengî qebûl kir.

Li Meclîsa Neteweyî ku baskê jêrîn ê parlamentê ye Seroka Komîsyona Karên Derve Marîelle de Sarnez pêşnûme biryarek amade kir û pêşnûme bi piştevaniya parlamenteran hemûyan hate qebûlkirin.

Marîelle de Sarnez beriya dengdanê axivî û got, “Em êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengê herî tund mehkûm dikin.” Ji bo bidawîbûna êrîşan bang kir.

Peyama ji bo piştevaniya bi QSD’ê re

Di pêşnûmeyê de têkoşîna bêhempa ya hêzên QSD’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hate bibîrxistin û ‘piştevaniya bêdawî’ ya ji bo QSD’ê hate dubarekirin.

Di pêşnûmeyê de sûcên li dijî mirovahiyê yên ku çeteyên artêşa tirk di êrîşên dagirkeriyê de kirine hatin bibîrxistin.

Marîelle de Sarnez got, “Şermezarkirina ku me îro bi yek dengî kir divê veguhere ‘çalakiyên bi biryar’.” Her wiha destnîşan kir ku divê Fransa û Ewropa nêrîn û çalakiyên xwe yên xweser tavilê destnîşan bikin.

Nûnerên partiyên ku koma wan li Meclîsa Neteweyî hene der barê pêşnûmeyê axivîn û êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê bi tundî şermezar kirin. Nûnerên partiyan bang li hikumeta Fransayê kirin ku bêdeng nemîne.

Wezîrê Karên Derve ye Fransayê Jean-Yves Le Drîan biryara Meclîsa Neteweyî silav kir û anî ziman, ku di vê rewşa stratejîk de divê Ewropa gaveke cidî biavêje.

Senatoya Fransayê ku pêkhateyeke din a parlamento ye beriya niha pêşnûmeyeke bi heman rengî ya ku êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê şermezar dikir pejirandibû û bang li Fransayê kiribû ku li Ewropayê û di qada navneteweyî de li dijî dagirkeriyê bikeve nava liv û tevgerê.PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar