Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Leşkeran gef li Zafer Saglam ê girtî xwar

Zafer Saglam ê li Girtîgeha Hêjmar 5 a Sîlîvriyê girtî ye, diyar kir ku dema birin û anîna danişînê de leşker û fermandarê leşkeran gef li wî xwarine

Girtî Zafer Saglam ê li Girtîgeha Hêjmar 5 a Sîlîvriyê bi rêya nameyekê serpêhatiyên xwe parve kir. Saglam diyar kir ku dema çû danişînê rastî gefên leşker û fermandarê leşkeran hatiye.

Saglam anî ziman ku ew piştî di 13’ê kanûnê de li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe daye ber agir û wiha got: “Lê hevalên min agir vemirandin û nehiştin çalakiya min bi ser bikeve. Gelek beşên bedena min şewitîn. Ji ber vê çalakiyê cezayê hucreyê dan min. 22 rojan di hucreyê de mam. Li aliyekî cezayê pereyan û li aliyê din 10 meh cezayên din li min birîn. Ez rastî tacîzê hatim. Min xwest bi kurdî parastinê bikim, lê xwestin heqê tercûman ji min bistînin. Di danişîna 2 û 3’an de bang li min nekirin. Di rûniştina 4’an de ez agahdar nekirim, saet di 23.00’ê şevê de agahî dan min ku ez ê derkevim danişînê. Ez di 17’ê kanûnê de derketim pêşberî dadger. Ez rastî tacîzek zêde hatim.”

Saglam da zanîn ku di danişînê de dadger mafê parastina bi kurdî û mafê parêzer ji destê wî girt û bêyî ku parastinê bike ceza lê birî û got ku dema ji danişînê derket leşker ew li pêpelokê dahfda û gef li wî xwarine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema ez birim li rîngê sûwar kirim, leşker xwest min bixe xwarê. Komandoyê li gel wan got ‘Tu dixwaze parastina kurdî bike ha? Komando destê xwe bir çeka xwe û xwest çekê li min bikişîne. Çêr li min kirin û xwest min sor bike.’ Leşkerek din jî got ‘Fermandarê min em kamerayê bigirin û em wisa lê bikin ku em her şev biçin xewna wî’ û gef limin xwar.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar