Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Zêdetirî 25 hezar zarokên Serêkaniyê ji xwendinê bêpar man

Endamê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Serêkaniyê Mihemed Haco anî ziman ku ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê zêdetirî 25 hezar xwendekar ji mafê xwe yê perwerdeyê mehrûm bûne. Haco got ku zêdetirî 25 dibistanên li Serêkaniyê jî ji hêla dagirkeran ve hatine rûxandin

Dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê di 9’ê cotmehê de êrîşî rojavayê Kurdistanê kir. Di encama êrîşê de zêdetirî 240 sivîl hatin qetilkirin, gelemperî jê giran bi hezaran sivîl birîndar bûn û zêdetirî 300 hezar sivîl jî koçber bûn. Welatî gelemperî koçberî Hesekê û Qamişloyê bûn. Ji ber êrîşên dagirkeran bi dehhezaran zarok jî ji mafê xwe yê xwendinê bêpar man.

Têkildarî mijarê endamê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Serêkaniyê Mihemed Haco bi ANHA’yê re axivî. Haco anî ziman ku ji ber êrîşan bi hezaran xwendekar ji mafên xwe yên xwendinê bêpar mane û dibistanên li herêmên din jî ji bo koçberan veguherîne stargehan. Haco got ku tevahiya amadekariyên xwe ji bo pêşwazîkirina sala xwendinê ya 2019-2020’an temam kiribûn û wiha domand: “Xwendekar diçûn dibistanên ku di sala 2012’an de ji hêla El Nusrayê ve hatibûn rûxandin.”

‘Xwendekaran li şûna cilên xwe, çanteyên xwe birin’

Haco bi lêv kir ku di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk de çavdêriyên xwe vegot û wiha got: “Bala min pir kişand. Xwendekaran li şûna cilên xwe, çanteyên xwe yên dibistanê hildigirtin. Ev jî asta hezkirina zarokan a ji bo zanînê nîşan dide. Divê dewletên ku mafên zarokan diparêzin erkên xwe yên li hemberî van zarokan bi cih bînin. Bi êrîşa dewleta tirk re zêdetirî 25 hezar xwendekarên astên navîn û seretayî ji xwendinê mehrûm bûn. Gelek dibistan jî wêran bûn. Yên ku wêran nebûne jî veguherandine baregehên leşkerî.”

Bang li cîhanê kir

Herî dawî jî Haco wiha got: “Li gorî zagonên navdewletî nabe ku cihên weke dibistan, nexweşxane û zanîngeh bên wêrankirin. Lê dewleta tirk a dagiker û çeteyên wê dibistanan wêran dikin. Heta niha herî kêm 25 dibistanên li Serêkaniyê û gundên wê wêran kirine. Em bang li rêxistinên cîhanî û yên têkildarî mafên mirov û zarokan dikin ku li dijî êrîşên dewleta tirk xwedî helwest bin. Pêşeroja gelê me di bin xetereyeke mezin de ye.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar