Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Cuma - 14 Şubat 2025

Bi hatina zivistanê re eleqeyên ji bo dermanên xwezayî zêde bû

Li Wanê etar û bêhnfiroş dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Bêhnfiroş û etarvan, ji bo sermayê şîlan, lîmon, zencefîl, xavlêcan, darçîn hwd. pêşniyar dikin

Li Wanê bi hatina zivistanê re bêhnfiroş û etarvan jî dest bi amadekariyên xwe kirin. Etarvan û bêhnfiroş ji bo sermayê gelek nebatan pêşniyar dikin. Nexasim jî şîlan, zencefîl, xavlêcan û darçînê pêşniyar dikin.

Etarvan Bulent Orûç anî ziman ku rewşa karê wan baş bûye û diyar kir ku ji dêvla dermanên kîmyewî, divê dermanên xwezayî bên tecrîhkirin û wiha got: “Demsaleke biharatên li bêhnfiroş û etarvanan tên firotin tuneye. Her wextî tên xwarin. Lê herî zêde jî zivistanê. Ji bo quweta bedenê divê zencefîl, darçîn, xavlêcan, şîlan, lîmon û hwd. bên kelandin û vexwarin.”

Dermanên xwezayî

Di axaftina xwe de Orûç ji bo sermayê giyagewrikê pêşniyar dike û wiha didomîne: “Lê mixabin piraniya mirovan ji dêvla dermanên xwezayî dermanên kîmyewî dixwin. Ev jî paşê dibe sedema nexweşînên din. Divê mirov ji dêvla dermanxaneyan, etarvanan tercîh bikin.”

Orûç bal kişand ser berên mozan jî û got ku divê ji bo parastina li hemberî nexweşînan berên mozan ên wekî hungiv bên bikaranîn.

Amadekariyên ji bo zivistanê

Her wiha Orûç ji bo bikaranîna nebatan jî ev tişt anî ziman: “Divê mirov berî bikaranînên baş lêkolînê bikin. Mesela ger darçîn baş be, divê pêşî lêkolîn bikin û paşê bikar bînin. Niha zivistan hatiye. Lê divê di vê demsalê de her tişt neyê bikaranîn.”  WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar