Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Gerîlayê ku rola fermandarê Sûrê Çiyager dilîst şehîd bû

Gerîlayê HPG’ê Rûbar Şervan ku di fîlma ‘Ji Bo Azadiyê’ ku berxwedana Sûr a Amedê vedibêje de rola fermandar Çiyager dilîst, li Heftenînê di şer de şehîd bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 5 gerîlayên ku di 25’ê cotmehê 2019’an de li Heftenîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê di çalakiyeke li dijî artêşa tirk a dagirker de şehîd bûn, aşkera kir. Yek ji gerîlayên ku di vê çalakiyê de şehîd bûye jî Rûbar Şervan (Cîhan Sever) e.

Gerîla Rûbar Şervan di heman demê de serlîstikvanê fîlma ‘Ji Bo Azadiyê’ ku berxwedana 103 rojan a li Sûr a Amedê vedibêje bû. Şervan di fîlm de bi rola fermandarê Sûrê Çiyager radibe.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê navên 5 gerîlayên ku di 25’ê cotmeha sala 2019’an de li Heftanînê şehîd bûne wiha ne: “Gulcan Kaya (Amara Nûda Kurtalan) li Sêrtê ji dayik bû, Bahar Basan (Berfîn Çiyajin) li Şirnexê ji dayik bû, Rojda Daşkin (Bêrîtan Serhat) li Mûşê ji dayik bû, Îsa Alî (Çekdar Qamişlo) li Şamê ji dayik bû û Cîhan Sever (Rûbar Şervan) li Wanê ji dayik bûye.”

Berxwedana Sûrê

Fermandar Çiyager, fermandarê berxwedana Sûrê bû. Berxwedana Sûrê di 2’yê kanûnê  sala 2015’an de dest pê kir û heta 10’ê adara 2016’an berdewam kir. Fragmanên fîlma ‘Ji Bo Azadiyê’ hatine weşandin û tê payîn ku di demên pêş de fîlm bikeve vîzyonê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar