Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Amerîka xwe bi rengekî fermî ji Peymana Avhewayê vedikişîne

Amerîkayê ku beriya niha biryar wergirtibû xwe ji Peymana Avhewayê ya 2015’an vekişîne wê vê biryara xwe di Mijara 2020’î de bi rengekî fermî bixe meriyetê.

Peymana ku di sala 2015’an de di civîna bilind a avhewayê de ya li Parîsê hate amadekirin, di sala 2016’an de di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de hatibû îmzekirin. Bi navê Amerîkayê serokê wê demê Barack Obama mohra xwe danîbû binê peymana avhewayê. Lê belê serokê piştî wî Donald Trump xwe ji peymanê vekişandibû. Trump ragihand ku wê vê biryara xwe sala bê bixe meriyetê.

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Mîke Pompeo diyar kir ku biryara vekişîna ji peymanê doh bi rengekî fermî ji Neteweyên Yekbûyî re hatiye ragihandin.

Donald Trump îdîa dike ku germahiya global ne ji ber karbondîoksît an jî gazên din ên bi bandora serayê ne. Trump beriya hilbijartinên 2016’an soz dabû ku wê xwe ji peymanê vekişîne.

Ji sala 2016’an ve 197 welatan mohra xwe danîn binê Peymana Avhewayê.

Amerîka ku wê ji peymanê vekişe di halê hazir de piştî Çînê welatê herî zêde karbondîoksîtê li atmosferê belav dike. WASHÎNGTON

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar