Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Li Enqere û Mêrsînê 6 siyasetmedarên jin hatin binçavkirin

Polîsên dewleta tirk îro di danê sibehê de bi awayeke hemwext li Enqere û Mêrsînê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtina malan de 6 jinên siyasetmedar hatin binçavkirin

Li Enqere û Mersînê polîsan di danê sibehê de bi awayeke hemwext bi ser malan de girt. Hat zanîn ku di encama serdegirtina malan de 6 jin hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku serdegirtina hemwext li dijî Kongereya Jinên Azad (KJA) ku bi KHK’ê hatibû girtin, hatiye kirin.

Di çarçoveya êrîşa li Enqereyê de rêvebera HDP’ê ya Enqereyê ya berê Derya Bakir, rêvebera HDP’a Çankayayê Hanim Bînîcî, endama HDP’ê Meryem Kîraz, endama Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Sevgî Sazan Kîşîn ku bi KHK’ê hatibû îxrackirin û xebatkara Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Newroz Kirkaya hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Enqereyê.

Her wiha li Mêrsînê jî di encama serdegirtina malan de endama Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Merve Aytemûr hate binçavkirin. Hat hînbûn ku dê Aytemûr jî bînin Enqereyê. Hat ragihandin ku dibe hejmara kesên hatine binçavkirin zêdetir bibe. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar