Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Cuma - 21 Şubat 2025

TJA: Medyaya alîgir têkoşîna jinan hedef digire

TJA derbarê medya hewzê bi nûçeyên xwe TJA û rêxistina jinan dikin hedef de daxuyanî da û diyar kir ku tu kes bi nûçeyên derew nikare wan reş bike û da zanîn ku têkoşîna wan dê hîn zêdetir mezin bibe

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî nûçeyên derew û şaş ên medyaya alîgir ku li dijî wan servîs dike, da.  Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku medyaya alîgir têkoşîna jinê ya bi rêxitin hedef girtiye û wiha hat gotin: “Ev kesên ku bi êrîş û tehdîdên xwe dixwazin me ji têkoşîna me dûr bixin bila bizanibin ku em ê jiyana azad ava bikin.”

TJA’yê di daxuyaniya xwe de da zanîn k udi 17 salên dawîn ên îktîdara AKP-MHP’ê de her roj jin bi qirkirin, tacîz, tecawiz, binpêkirinên mafan, çewisandina kedê û binçavkirinên re rû bi rû ye û ev tişt anî ziman: “Li dijî hemû jinên ku serî netewandine û têkoşîn dane vê îkdtîdarê êrîşên xwe; bi pêkneanîna Peymana Stenbolê ku nekiriye meriyetê, bi hedefgirtina, bi binpêkirina mafê nefeqeyê û bi daxistina cezayê ji bo kesên ku qirkirin pêk anîne êrîşên xwe yên krîmînalîzekirina têkoşîna jinê û terorîzekirinê berdewam kirine.

Medyaya havûz a mêr ku dengê îktîdarê ye bi rojan e parêstvanên mafên jinan, jinên siyasetmedar û em TJA’yê kirine hedefa êrîşên xwe. Ev medyaya ku di hemû qadên jiyanê de dibe sedema newekheviya zayendî û li jinê koletiyê ferz dike ku hêza xwe ji îktîdarê digire û hemû argûmanên îktîdarê ji bo xwe bi kar tîne, di derbarê me de bi nûçeyên reşkirinê ku çêdike têkoşîna jinê ya bi hêz a rêxistinkirî ku beriya 25’ê Mijdarê hatiye destpêkirin hedef digire.

Em careke din bang dikin û dibêjin ku têkoşîneke jinê ya mezin ku bi derewên we nayê reşkirin heye û wê ev têkoşîna me bi lêgerîna mafan bi hêztir bibe. Em ê li dijî êrîşên ser jinê bi parastina xwe ya rewa bersivê bidin van êrîşan.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar