Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Xwepêşandanên li Iraqê didomin

Li Iraqê xwepêşandanên li dijî hikumetê didomin. Di xwepêşandanên hefteya dawî de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li paytexta Iraq Bexdayê û li bajarên başûrê Iraqê ku şêniyên wê Şîa yên Ereb in, xwepêşandan didomin. Hêzên polîs û ewlekariyê jî li dijî xwepêşandêran çekê bi kar tînin.

Di nava hefteyekê de 23 kes hatin kuştin

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Serbixwe ya Iraqê der barê mijarê daxuyanî weşand û diyar kir ku di navbera 3 û 7’ê Mijdarê de li Bexda, Kerbela, Basra û Zikarê di xwepêşandanan de 23 kes hatine kuştin û hezar 77 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku rojên dawî 201 kes hatin destgîrkirin û piştre 170 ji wan hatin bedan.

Bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan

Mîsyona Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî Sêşemê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ji 1’ê Cotmehê ve di xwepêşandanan de 254 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Li gorî çavkaniyên nefermî ji ber bikaranîna çekê ya polîs û hêzên ewlekariyê 400 kesî jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 8 hezar kes jî birîndar bûn.  BEXDA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar