Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 16 Eylül 2025

Leşkerên tirk û çete êrîşî gundên Til Temirê dikin

Hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî gundên Til Temirê kirin. Di encama êrîşan de 2 leşkerên rejîmê birîndar bûn. Her wiha hêzên dagirker li gundê Ingel Hawayê jî hêzeke mezin bi cih dike

Leşkerên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê ji 9’ê cotmehê ve êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomînin. Hêzên dagirker ên ku lihevkirinên ji bo agirbestê binpê dikin, bi koordîneya balafirên keşfê û bi alîkariya balafirên şer êrîşî gundên Til Temir, Zirgan û Eyn Îsayê dikin.

Hat zanîn ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên El Nusra û DAIŞ’ê bi obus û hawanan êrîşî gundê El Qasimiyê, Rîhaniyê, Mehmûdiyê û Dawidiyê yên Til Temirê dikin. Her wiha çavkaniyên ji herêmê ragihand ku balafirên keşfê yên hêzên dagirker jî li ser van gundan digerin.

2 leşkerên rejîmê birîndar bûn

Her wiha artêşa tirk û çeteyên wê bi çekên giran, obus û tangan êrîşî gundê Til Werid û Ereb Xan ên Til Temirê dikin. Di van gundan de hêzên rejîma Sûriyeyê hene. Hêzên rejîmê bi çekên giran bersiva êrîşan didin. Çavkaniyan got ku li gundên Zirgan a Serêkaniyê mayîneke ku hêzên dagirker çandibûn, bi leşkerên rejîmê ve teqiya. Di teqînê de 2 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin Naxweşxaneya Şehîd Xebat a Dirbêsiyê.

Amadekariya êrîşê

Li gorî agahiyên ji herêmê, artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ û El Nusrayê hejmareke zêde ya çekên giran, obus, tank û çeteyan li aliyê gundê Ingel Hawa yê Til Temirê bi cih dike. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar