Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Şêniyên Tebqayê li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Bi armanca şermezarkirina dagirkeriya dewleta tirk a li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran şêniyên Tebqayê daketin qadan

Bi armanca derxistina dewleta tirk û komkujiyên ku li herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê rawestînin bi hezaran şêniyê Tebqa û gundewarên wê daketin qadan û meşiyan.

Şêniyên Tebqayê li pêşiya Yarîgeha El-Gaz a bakurê bajar kom bûn û bi dirûşmeyan ber bi bazara navendî ya herêmê ve dest bi meşê kirin. Meş ber bi Navenda Şehîd Hanî Alîs a Ciwanan a Tebqayê ve ku li paş bazarê ye, dewam kir.

Piştî meşê li ser navê Meclisa Rêveber a Herêma Tebqayê hevserokê meclisê Şiyar Mihemed axivî û bal kişand ser berxwedana gel a li dijî artêşa tirk û wiha got: “Piştî HSD`ê çeteyên DAIŞ’ê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê têk bir û serdema zilmê bi dawî bû, dewleta tirk li herêmên me dest bi êrîşan kir.”

Paşê li ser navê Meclisa Tebqayê ya Leşkerî ji fermandaran Zîlan Kobanê axivî û ev tişt anî ziman: “Em wekî HSD`ê bi hemû şaxên ve îro li dijî êrişên artêşa tirk helwesta me nayê guhartin û parastina destkeftiyên azadiya gelan soza xwe nû dikin. Li ser vê xaka me zêdetirî 11 hezar şehîd dane, ji ber vê yekê em sozê didin malbatên şehîdan, gelên xwe û şehîdan ku heta serkeftinê em ê şopdarên rêya azadiyê bin.”

Di dawiya mîtîngê de xwepêşandêran bi yekdengî gotin ‘Bijî berxwedana HSD’ê û Berxwedana Rûmetê.” TEBQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar