Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

‘Bi kirîna malên dijminên kurdan re wan bihêz nekin’

Welatiyên Soran a Hewlêrê diyar kirin ku kirina malên tirkî tê wê wateyê ku kesek ji bo têkçûna xwe ji dijminê xwe re çekan bikire. Welatiyan got ku boykotkirina malên tirkî erkekî mirovî ye

Êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî rojavayê Kurdistanê berdewam in. Bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê, li seranserî başûrê Kurdistanê jî pêngava boykotkirina malên tirkî hatibû destpêkirin. Kampanya her ku diçe jî berfirehtir dibe. Têkildarî mijarê welatiyên Soran a Hewlêrê ji Rojnewsê re axivîn.

Ji esnafên navçeyê Herdî Ebas got ku ji bilî malê tirkî, gelek malê din di bazaran de heye û wiha dom kir: “Gelek welatî tên dikanê û dibêjin ku dê malên tirkî nekirin. Divê her kes bizane ku Herêma Kurdistanê salane bi bihayê zêdetirî 11 milyar dolar tiştan dikire. Bêguman ev pere dibe çek û li dijî kurdan tên bikaranîn. Ji ber vê yekê jî boykotkirina malên tirkî gelek girîng e û divê bidome.”

Pêşmergeyê dêrîn Axa Hisên jî der barê mijarê de got ku her kesê ku nikaribe çekê rake, dikare bi rêya boykotkirina malê tirkî û rêzefilmên tirkî piştevaniya rojavayê Kurdistanê bike. Hisên wiha domand: “Kirîna malek tirkî tê wateya ku tu ji bo têkçûna xwe, bi xwe pere û çekan ji dijmin re dikirî. Tirkiye û Îran li dijî gelê me ne û nabe ku em wan bihêz bikin.”

Çalakvanê civaka sivîl Kovan Hewêz jî diyar kir ku pêwîste her kes li dijî dagirkeran xwedî helwest be. Hewêz destnîşan kir ku ew ê bi dil û can tev li boykotkirina malên tirkî bibin. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar