Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Rejîma Îranê ji duh ve li Rojhilat herî kêm 8 kes qetil kirin

Çalakiyên li dijî bihakirina nirxê benzînê û siyaseta aboriyê ya rejîma Îranê hatine destpêkirin, li rojhilatê Kurdistanê û Îranê didomin. Hêzên rejîmê bi taybet jî êrîşî çalakvanên li Rojhilat kirin û ji duh ve herî kêm 8 kes qetil kirin. Heta niha jî zêdetirî 20 çalakvan ji hêla hêzên rejîmê ve hatine qetilkirin

Li Îranê û rojhilatê Kurdistanê di roja sêyemîn de jî çalakiyên li dijî bihakirina nirxê benzînê û siyaseta aboriyê ya hikûmeta Îranê hatine destpêkirin berdewam kirin. Hat zanîn ku çalakiyên li Kirmaşanê li Qada Azadiyê didomin. Hêzên dewletê êrîşî çalakvanan kirin. Di heman demê de li bajarê Sineyê jî hêzên rejîmê rê girtin û rê nedan ku welatî dakevin qadan. Lê tevî vê yekê jî gel daket qadan.

Hêzên rejîmê ji duh saet 12:00’an ve li bajarên Kirmaşan, Merîwan û Ciwanro yên Rojhilat înternet bi temamî qut kirin. Hêzên dagirker ên ku êrîşî gel kirin, herî kêm 8 welatî qetil kirin û 25 kes jî birîndar kirin. Weke bersiv jî welatiyan li Merîwanê herî kêm sê banke şewitandin, li Kirmaşanê payebilindek hate kuştin û li Ciwanroyê jî herî kêm 5 banke hatin şewitandin.

Navên kesên hatine qetilkirin

Li gorî agahiyan, li Merîwanê 2 kes, li Kirmaşanê 2 kes û li Ciwanroyê jî 4 kes hatin qetilkirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê nasnameyê 3 kesên hatin kuştin aşkera kir. Li gorî vê navê kesekê li Merîwanê hatiye kuştin Osman Nadêrî, 2 kesên li Ciwanroyê hatine kuştin Kawê Mehmûdî û Hemzê Neqedî ne. Hêzên rejîmê jî piştrast kirin ku payebilindekê rejîmê hatiye kuştin.

Çalakî berbelav dibin

Hat zanîn ku li bajarên weke Îsfahan, Tehran û gelek bajarên din ên Îranê jî bi hezaran kes daket qadan û çalakî li dar xistin. Hêzên rejîmê jî êrîşî çalakvanan kir. Welatiyan jî wesayît rawestandin û li kolanan barîkat danîn. Têkildarî encamên êrîşan navendên ewlehiyê bêyî ku hejmara kuştî û birîndaran bide parve kir. Navendan da zanîn ku gelek kes hatine binçavkirin. Wezareta Karên Hundir a Îranê gef li çalakvanan xwar û diyar kir ku dê bi tundî bersivê bidin.

Bîlançoya çalakiyan

Tê gotin ku di nava van sê rojan de heta niha herî kêm 20 çalakvan hatin qetilkirin û zêdetirî sed kes jî birîndar bûn. Piraniya kesên hatine qetilkirin û birîndarkirin jî ji bajarên Rojhilat ên weke Kirmaşan û Sineyê ne. Dibistan û zanîngehên Tehranê, banke û qeymeqamtî hatine girtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar